HSDê: "Me êrîsek li ser hêzên xwe li Dêra Zorê têk bir"

HSDê: "Me êrîsek li ser hêzên xwe li Dêra Zorê têk bir"

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan bersiva êrîşeke komeke çekdar a ku yek ji xalên wan ên kontrolê li Dêra Zorê hedef girtibû da.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê daxuyaniyek weşand û behsa êrîşê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi çekên RBG êrîşî xaleke kontrolê ya li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hat kirin, lê şervanên HSDê êrîş têk birin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:

"Di encama êrîşa çeteyan de tu şervanên me birîndar nebû. Lêbelê, bi saya bersiva xurt a şervanên me, êrîşkar reviyan. Hêzên me herêm paqij kirin û ewlehî û aramiya herêmê vegerandin. Hêzên me diyar dikin ku ew ê dudilî nebin ku bersiva gefên li ser ewlehî û aramiya sivîlan bidin.

Em ê operasyonên xwe yên ewlehiyê li herêmê bidomînin. Parastina gelê herêmê erka me ye, û êrîşên terorîstî yên bi vî rengî yên tirsonek wê bandorê li hewldanên me yên ji bo parastina aştî û ewlehiyê li herêmê nekin."

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.