Di şeş mehan de li Herêma Kurdistanê 7 kesan bi teqîna mayînan can da

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di nav şeş mehên pêşî yên sala 2025an de, li Hewlêrê nêzîkî hezar mayînên dijekesî, du mînên dijetank û 22 hezar û 760 bermahiyên şer hatine pûç kirin. Herwiha 399 hezar û 424 metre ducarî yên erdî jî ji mayînan hatine paqijkirin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê Elî Ebdilrehman îro 8ê Tîrmehê eşkere kir, “Di şeş mehên destpêkê yên vê salê de, li parêzgeha Hewlêrê pênc kes bi mînan hatine kuştin û çar kesên din jî birîndar bûne.”
Elî Ebdilrehman got, “Tevî vê yekê jî, xebata me ji bo pûçkirina mîn û teqemeniyan berdewam bûye, 962 mînên dijekesî, du mînên dijetank û 22 hezar û 760 bermayîkên şerî jî hatine pûçkirin.”
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê diyar kir, “Bombeyeke çandî hatiye pûçkirin û çar zevî jî ji mînan hatin paqijkirin. Rûberê giştî yê erdê ku ji mînan hatiye paqijkirin 399 hezar û 424 metre ducarî ne.”
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê got ku tîmên wan berdewam bi rêyên cuda cuda di nav xelkê de ne ji bo hişyarkirina wan û serdana 59 gundan kirine û 4 hezar û 336 mêr, jin û zarokan fêd jê wergirtine. Ji bilî belavkirina bi hezaran peyam û nameyên hişyarkirinê li ser xeteriyên mînan û nasînma cihên ku mîn û teqemenî lê hene.
Hate ragihandin ku îsal li seranserê Herêma Kurdistanê heft kes bi teqîna mînan mirine.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




