Kesê bi navê Supi kaya dema li serê çiya pincarê diçinî ji çiya de ket jêr

Kesê bi navê Supi kaya dema li serê çiya pincarê diçinî ji çiya de ket jêr

PeyamaKurd – Mirovê bi navê Supi Kaya (37) li bajarê Hakkariyê li gundê Talê (Oğul) di dema li serê çiya pincarê diçinî an dida hev, mêzêna xwe wenda kir û di helanê çiya de kete jêr.

Dema hevalên wî û gundiyên wê derê agahiyê dan hêzên pêwendîdar, hêzên AFAD, JAK, UMKE, itfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîm, bi seetan xebitîn da karibin ew ciyê Kaya ketibû, derxin. Hat ragihandin ku di serî û lingên Kaya de şikestin heye.

Birîndar Supi Kaya di şiverêyan de karibûn bigihînin ambûlansê û ew birin nexweşxana dewletê ya Colemêrgê (Hakkari).

Hat gotin ku rewşa Supi Kaya girane.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.