Leyla Zana seredana gora Mam Celal kir

PeyamaKurd – Parlementera berê Leyla Zana li Bajarê Silêmaniyê seredana gor Mam Celal Talabanî ya li Goristana Dabeşan kir. Zana, tacegulekî danî ser gora Celal Talabanî û axaftinekî vatedar kir: “Em hewl didin ku wesiyeta te bînin cîh.”
Leyla Zana li ser gora Mam Celal behsa têkoşîna Mam Celal ya di yekîtiya Kurdan de daye kir û weha got:
“Birêz Öcalan, rêzdar Tayip Erdoğan, rêzdar Mesûd Barzanî, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, rêzdar Bahçeli, rêzdar Bafil û temamê zarokên te, hevalên te yên rêzdar ji bo wesiyeta te bicîh bînin xebatê dikin.
Eger mirov birîna xwe, kedera xwe û êşa xwe wergerîne hêzê, mirov dikare rojên azad û rohnî û jiyana pêkve bi hev re deyne.”
Zana xwest ku rojên tije êş û azar dubare nebin û axaftina xwe weha dewam kir:
“Ji bo herkesî di vê rê de hêsankariyê dixwazim. Ew êşa ku me diye, ji bo neviyên me nebînin, ji bo jiyaneka mayînde hêz û taqetê dixwazim. Di dîrokê de kesên ku di vê rêyê de xebatê kirine, ji bo siyasetmedar, rewşenbîr û aliman sipasiya xwe dikim.
Ji Xwedayê mezin ji wan re qewetê dixwazim. Em sipasdarê wan in. Hêvî dikim ku gotin bikevin ciyên xwe.”
Zana, di dewama axaftina xwe de behsa berpirsiyariya temenê ku niha tê de ne, êşên ku heya niha jiyane û behsa berpirsiyariya sozên ku dane kir û got:
“Dawiya me hemûyan 2 metre ax e. Temenê me pêş ketiye. Soz bi qiymete lê bicîhanîna sozan bi qiymettir e. Hêvîdarim ku soz ciyên xwe bigrin. Kesên ku van rojan nebînin hêviya wan ew e ku heya nebînin neçin.
Ez bawerim em ê van rojên tarî li pey xwe bihêlin. Ji bo temamê medyayê sipasiya xwe dikim. Hun her hebin bira û xwuşkên min. Em çêbikin û rojên nexweş deynin pişt xwe. Ez car din we birêzdarî bibîrtînim.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




