Li Diyarbekirê kesek li mala xwe mirî hat dîtin

Li Diyarbekirê kesek li mala xwe mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Alî Guven, (69) ku bi tena serê xwe li Taxa Kaynartepe ya navçeya navendî Baglar a Diyarbekirê dijiya, piştî du rojên ku agahî jê nehatibû girtin, li mala xwe mirî hat dîtin.

Xizmên Guven, ji ber ku nikarîbûn pêwendî pê re deynin, rewş ji Navenda Banga Acil a 112 re ragihand. 

Tîmên polîs û tenduristiyê yên ku bi lez çûn navnîşana diyarkirî, piştî ketina malê tespît kirin ku Guven jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Alî Guven ji bo otopsiyê û prosedurên din ên qanûnî rakirin morga nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

 

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.