Li Wêranşarê agir bi zeviyê genim ket: 5 kes birîndar bûn, birîna kesekî xedar e

Li Wêranşarê agir bi zeviyê genim ket: 5 kes birîndar bûn, birîna kesekî xedar e

PeyamaKurd – Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di zeviyekî genim ê malbata Aydogan de, ku di navbera gundên Xaçûk (Elbegendî) û Saticikê [navê bi Kurdî nehat zanîn] de ye, şewat derket. Ji ber bayê xurt agir bi lez belav bû û 1000 donim zeviyê genim şewitî.

Di destpêkê de xelkê derdorê hewl da agir vemirîne, lê di vê hewldanê de 5 kes birîndar bûn. Yek ji birîndaran, Tayyip Gundogdu, ji ber şewata li rûyê xwe bi xedarî birîndar bû û xetereya li ser jiyana wî didome. Ji bo lênihêrîna taybet, Tayyip Gundogdu rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan a li Rihayê. Piştî hewldanên dirêj ên tîmên agirkujiyê, agir hat vemirandin lê 1000 donim zeviyê genim şewitî. Derbarê sedema şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Cîhazeke lensê hat Dîtin; gumanên sabotajê hene

Ji aliyekî din ve, li zeviyekî li gundê Tilgoranê (Yollarbaşi) yê Wêranşarê, operatorekî kombaynê cîhazeke bi guman dît û ev yek ragihand cendermeyan. Piştî lêkolîna tîmên pispor, hat diyarkirin ku cîhaze lensayek e, ku bi awayekî hatibû danîn da ku tîrêjên rojê kom bike û genim bişewitîne. Her çend îhtîmala sabotajê tê nirxandin jî, lêpirsîna berfireh derbarê bûyerê de dewam dike.

Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.