Mazlûm Ebdî: Em ji her tiştî re amade ne, lê hewl didin rê li ber şer bigirin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî, derbarê geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de peyameke giring da û ragihand, "Em ji her tiştî re amade ne, lê em hewl didin ku şer ji nû ve dest pê neke."
Mazlûm Ebdî bi rêya peyameke vîdeoyî beşdarî Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ya ku li Ewropayê hat lidarxistin bû û bang li ciwanên li diyasporayê kir ku "erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin."
"Çênabe Sûriye li rêvebiriya berê vegere"
Fermandarê Giştî yê HSDyê da zanîn ku piştî 14 salên şerê navxweyî, êdî çênabe Sûriye vegere ser sîstema xwe ya berê ya navendîparêz. Wî got, "14 sal şer ji bo Sûriyeyê bes e. Divê êdî sîstemeke demokratîk, nenavendî û piralî were avakirin. Pêwîst e Sûriyeyeke nû ku her gelek tê de cihê xwe bibîne, were avakirin. Sûriye êdî nabe Sûriyeya beriya sala 2011an."
Ebdî destnîşan kir ku "Lihevkirina 10ê Adarê" ya ku bi Şamê re hatiye îmzekirin, ji bo vê çarçoveya nû zemîneke giring pêşkêş dike û divê ji bo çareseriya siyasî gav bi gav pêşve herin.
"Em riya diyalogê diceribînin, lê ji her rewşê re amade ne"
Mazlû Ebdî bal kişand ser wê yekê ku her çend di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê agirbest û rewşeke aram hebe jî, metirsiya êrîşên nû her tim heye û weha axivî:
"Divê em wekî hemû neferên vê dozê ji her tiştî re amade bin. Lê di heman demê de, em bi riya diyalogê dixebitin da ku şer careke din dest pê neke. Em ê di serdema nû de riya çareseriya siyasî û diyalogê bişopînin, lê em ji her rewşê re jî amade ne."
Banga ji bo ciwanên diyasporayê
Di dawiya peyama xwe de, Ebdî bang li ciwanên li diyasporayê kir û xwest ku ew berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bi cih bînin:
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin."Ez bawer nakim ku tu ciwanekî Kurd ji kêfa xwe çûbe Ewropayê. Zilm hebû, şer hebû. Îro jî divê ciwanên Kurd li her derê erkên xwe yên neteweyî pêk bînin. Çawa ku di demên borî de li ser navê welatparêziyê rabûn ser piyan, divê niha jî li gorî şert û mercên heyî, di nav civaka xwe de erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin."





