Şirketên hewayî yên Îsraîlê: Em hê jî Tirkiyeyê bi kar tînin

Şirketên hewayî yên Îsraîlê: Em hê jî Tirkiyeyê bi kar tînin

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên tund ên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên derbarê girtina qada hewayî û rawestandina bazirganiyê bi Îsraîlê re, rewşeke nezelal derket holê. Tevî gefên Enqereyê, şirketên hewayî yên Îsraîlî radigihînin ku geştên wan ên bazirganî weke her carê di ser asîmanên Tirkiyeyê re derbas dibin. Çavkaniyekî dîplomatîk ê Tirk jî vê rewşê zelal dike û dibêje, ev biryar tenê ji bo firokeyên leşkerî û yên dewletê ye.

Çavkaniyekî payebilind ê dîplomasiya Tirk, ji rojnameya navdar a Îsraîlî The Times of Israelê re axivî û ev tevlihevî weha şîrove kir: "Armanca gotinên birêz Wezîr, ne geştên sivîl û bazirganî ne. Qedexe, bi taybetî li ser firokeyên ku aîdî hikûmeta Îsraîlê ne an jî yên ku çek û cebilxane vediguhêzin, hatiye danîn."

Duh, roja Înê, Hakan Fîdan li parlamentoya Tirkiyeyê bi zimanekî tund axivîbû û gotibû: "Me hemû peywendiyên bazirganî bi Îsraîlê re qut kirin. Me benderên xwe li keştiyên wan girt û firokeyên ku çekan hildigirin nikarin qada me ya hewayî bikar bînin."

Li hemberî van daxuyaniyan, şirketên sereke yên Îsraîlî, wekî Arkia û Israir, piştrast kirin ku wan ti fermaneke nû wernegirtiye û hatûçûna wan bêyî tu astengiyan didome. Di daxuyaniyên xwe de wan tekez kir ku "qada hewayî nehatiye girtin" û geştên wan li gorî bernameya xwe tên lidarxistin.

Lê belê, ev rewşa nakok di sektora deryavaniyê de hinekî cuda ye. Çavkaniyên pîşesaziyê ji ajansa Reutersê re ragihandine ku rayedarên benderên Tirkiyeyê dest bi kontrolên tundtir kirine û ji keştiyan belgeyên piştrastkirinê dixwazin ku nîşan bidin tu pêwendiya wan bi Îsraîlê re nîne. Ev yek dide xuyakirin ku biryara Enqereyê, her çend di qada hewayî de bi sînor be jî, di warê deryavaniyê de bi awayekî ciddîtir tê cîbicîkirin.

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.