Mesrûr Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir

Mesrûr Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê cejna Çileya Havînê li tevahiya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Di peyama xwe de, wî soza piştgiriya domdar a hikûmetê ji bo maf û daxwaziyên rewa yên civaka Êzidî dubare kir. Barzanî weha got:

"Ez cejna Çileya Havînê li hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê, Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx û Civata Ruhanî bi dilgermî pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi şahî û aramî derbas bibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim piştgiriyê dide mafên Êzidiyan û ji bo pêşerojeke geş a wan dilsoz e.

Herdem di xweşiyê de bin."

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.