Mesrûr Barzanî ji Amêdiyê peyameke zelal da Bexdayê: Pirsgirêka me ne bi tenê mûçe ye

Mesrûr Barzanî ji Amêdiyê peyameke zelal da Bexdayê: Pirsgirêka me ne bi tenê mûçe ye

PeyamaKurd – Di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên parlamena Iraqê de, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, li navçeya dîrokî ya Amêdiyê axivî û rexneyên tund li Bexdayê girtin. Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji mijara mûçeyan wêdetir e û bi binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Wî bal kişand ser rola dîrokî ya Amêdiyê û got, "Ev herêm hêlîna şoreş û destanên Kurdî bûye. Ev axa Pêşmerge û şehîdan e ku tu carî serî ji dagirkeran re netewandiye."

Wî bang li xelkê kir ku bi hêz biçin ser sindoqan da ku "planên dijminan" pûç bikin û destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin.

Serokwezîr bi bîr xist ku piştî rûxana rejîma Baesê, hêviyeke mezin ji bo avakirina Iraqeke federal û demokratîk hebû, lê belê Bexda ji sozên xwe vegeriya. Wî got, "Mixabin, mafên me yên destûrî hatin binpêkirin."

Her wiha anî ziman: "Pirsgirêka me bi Bexdayê re ne bi tenê mûçe ye; dijmin gelek caran hewl didin ku me bi vê mijarê ve mijûl bikin. Mûçe mafekî serekî yê xelkê me ye, lê mafên me ji vê pir berfirehtir in."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bûye stargehek ji bo beşeke mezin a gelê Iraqê ku ji nebûna xizmetguzarî û ewlehiyê dinalin û got, "Namzetên PDKyê yên li Bexdayê dê ne bi tenê mafên gelê Kurdistanê, lê belê mafên hemû gelê Iraqê biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî vîzyona xwe ya ji bo pêşerojê bi par ve kir û got,

"Em dixwazin jiyana herî baş ji bo xelkê xwe dabîn bikin, jiyaneke ku dişibihe ya welatên pêşketî. Em ê qebûl nekin ku li vî welatî ji kesî kêmtir bin."

Wî her wiha hêviya xwe anî ziman ku pêvajoya aştiyê serkeftî be da ku gundên sînorî yên Herêmê werin avakirin û bibin navendên geştiyariyê yên pêşketî.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.