Biryara nû ya Almanyayê rê li ber dersînorkirina penaberên Êzidî vedike

Biryara nû ya Almanyayê rê li ber dersînorkirina penaberên Êzidî vedike

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê siyaseta xwe ya derbarê penaberên Kurdên Êzidî de eşkere kir û ragihand ku "li Iraqê zexteke sîstematîk li ser Êzidiyan tune ye." Ev daxuyanî rê li ber dersînorkirina penaberan vedike, lê wezaret tekez dike ku her dosyeyek dê bi awayekî takekesî were nirxandin.

Cîgira Berdevka Wezaretê, Sevîl Cananê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, "Tu planeke nû ji bo rawestandina vegera Êzidiyan bo Iraqê tune ye." Wê amaje kir ku Dadgeha Bilind a Îdarî ya Almanyayê berê "vegera ciwanên ku dikarin bixebitin" pejirandiye û biryarên hikûmetê jî li ser bingeha raporên herî dawî yên mafên mirovan tên dayîn.

Li gorî nirxandina Wezareta Derve ya Almanyayê ku Wezareta Navxwe pişta xwe pê girêdide, rewşa ewlehiyê "li seranserê Iraqê" bi giştî baştir bûye. Lê belê, heman rapor qebûl dike ku li Şingalê metirsî dewam dikin.

Sevîl Cananê diyar kir, "Li Şingalê hîn jî komên milîsên Şîe yên girêdayî PKK û Îranê hene." Her wiha hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê jî carinan êrîşan li dijî armancên PKKyê li herêmê pêk tîne.

Tevî vê rewşa aloz, wezaret israr dike ku nêzîkatiya wan dê ne giştî be. Canan got, "Hikûmeta federal jenosîda li dijî Êzidiyan nas kiriye. Ji ber vê yekê, îdiayên zilm an gefên li ser jiyan û ewlehiyê di pêvajoyên penaberiyê de bi baldarî têne lêkolînkirin. Lêbelê, nirxandin li ser bingehek takekesî têne kirin."

Di heman demê de, wezaret qebûl dike ku rewşa li Şingalê ji bo vegerê ne amade ye û dibêje, "Piraniya binesaziya Şingalê hîn jî xirabe ye."

Heta niha, mijara dersînorkirina Êzidiyan di rojeva civîna wezîrên karên navxweyî de cih nagire ku biryar e di Kanûnê de were lidarxistin.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.