Îsmaîl Qaanî li Bexdeyê bi berpirsên komên çekdar re dicive

PeyamaKurd- Piştî pêwendiya telefonî di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de, li ser bêçekkirina komên çekdar li Iraqê, Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neragihandî gihîşt Bexdayê.
Li gorî çavkaniyên ji Bexdayê, şeva borî 21ê Cotmehê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neplankirî gihîştiye paytexta Iraqê û b serkirdeyên siyasî yên Iraqê û fermandarên komên çekdar re dicive.
Ev serdan di demekê de pêk tê ku Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû, Wezîrê Derve Marco Rubio bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axiviye.
Rubio tekezî li ser "girîngiya bêçekkirina bilez a wan komên çekdar kiriye ku serweriya Iraqê lawaz dikin, gefê li jiyan û bazirganiya Amerîkî û Iraqiyan dixwin û çavkaniyên darayî talan dikin."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Amerîkî, Rubio ji ber dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê pîrozbahî li Sûdanî kiribû û gotibû ku ev pêngav di berjewendiya aboriya Iraq, Tirkiye û Amerîkayê de ye.
Herwiha hatibû gotin, Amerîka ji bo parastina serweriya Iraqê, xurtkirina îstiqrara herêmê û bihêzkirina têkiliyên aborî pabendî hevkariya xwe ya ligel Iraqê ye.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




