Ji Rûsyayê bi çekên atomî yên stratejîk tetbîqata leşkerî

Ji Rûsyayê bi çekên atomî yên stratejîk tetbîqata leşkerî

PeyamaKurd- Artêşa Rûsyayê bi çekên atomî yên stratejîk tetbîqatek leşkerî pêk anî.

Koşka Kremlîn a Rûsyayê ragihand, Hêzên Nukleerî yên Stratejîk ên Rûsyayê, di bin fermandariya Serok Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de, bi hêmanên bejahî, deryayî û hewayî tetbîqat kir.

Di tetbîqatê de moşekên balîstîk ên navparzemînî û moşekên rêwîtiyê yên ji hewayê hatine avêtin, hatin teqandin.

Di çarçoveya tetbîqatê de, ji qada perwerdeyê ya Kura ya li Kamçatkayê moşeka balîstîk a navparzemînî ya "Yars" a bi kapasîteya êrîşa atomî hate avêtin. Di heman demê de, keştiya binavî ya moşekî ya atomî ya stratejîk Bryansk, ji Deryaya Barents moşeka balîstîk a "Sineva" avêt.

Hat destnîşankirin, di tetbîqata ku balafirên dûravêj ên Tu-95MS jî tê de bûn, hemû erk bi serkeftî hatin bicihanîn. Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Andrey Belousov û Serokê Serfermandariya Rûsyayê Valerî Gerasîmov, di civîna tetbîqatê de, Pûtîn jî agahdar kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev tetbîqata çekên atomî ya Rûsyayê di demeke ku behsa lidarxistina lûtkeya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser şerê Ukraynayê tê kirin de pêk pêk hat.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.