Mesrûr Barzanî projeya rêya Kesnezan-Gomespanê dişopîne

Mesrûr Barzanî projeya rêya Kesnezan-Gomespanê dişopîne

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, serdana projeya çêkirina rêya du-saydî ya di navbera Kesnezan û Gomespanê de kir, ku wek yek ji projeyên girîng ên binesaziyê li derdora Hewlêrê tê hejmartin.

Di dema serdanê de, Serokwezîr Barzanî ji nêz ve çavdêriya kar û xebatên projeyê kir û destxweşî li tîmên kar, endazyar û serpereştyaran kir. Wî tekezî li ser girîngiya pêkanîna projeyê di dema xwe ya diyarkirî de û bi pabendbûna bi pîvanên teknîkî yên herî bilind kir.

Ev projeya stratejîk ji aliyê Kompanyaya Hêmin Group ve tê cîbicîkirin. Dirêjahiya rêyê 15 kîlometre ye û bi awayekî modern tê çêkirin. Firehiya her aliyekî rêyê zêdetirî 10 metreyan e û ji du rêçên sereke yên çûnûhatinê û rêçeke hawarçûnê (awarte) pêk tê.

Proje, ku ji dawiya rêya Kesnezan dest pê dike û li derbenda Gomespanê diqede, gelek avahiyên teknîkî yên wekî 4 pir, jêrderbasek (underpass) û 40 avderbasên sindoqî dihewîne. Herwiha, ji bo zêdekirina ewlehiyê, dê têlên parastinê û sîstemeke avrêjê jî werin çêkirin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.