Hikûmeta Sûriyê rêya Hesekê-Şamê girt

PeyamaKurd- Hate ragihiandin ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, careke din rêya di navbera Hesekê û Şamê de ji çûnûhatina rêwiyan re girtin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, rêbendên hêzên Hikûmeta Sûriyê, îro Sêşemê 21ê Cotmehê, careke din rêya Esriya ya ku Hesekê dighîne Şamê girtin û rê nadin rêwî çûnûhatinê bikin.
Hate diyarkirin ku hêzên Hikûmeta Sûriyê komên axê li ser rê datînin û niha hejamreke mezin ji otombîlan ku kesên nexweş jî di wan de hene li ser rê rawestiyane û nikarin derbas bibin.
Li gorî zaniyariyan, endamên hêza Hikûmetê ya li ser rêbenda Zekiya dibêjin ku biryar ji Şamê ji wan re hatiye ku rê bigirin û tu hûrgiliyên din li ser sedma vê girtinê nedan.
Hêjayî gotinê ye, piştî 14 rojan beriya 2 rojan rê li ji tevgera çûnûhatinê hatibû vekirin û otobusên rêwiyan çûnûhatin di navbera Hesekê û Şamê de kirin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




