HSD û koalîsyonê berpirsekî xeternak ê DAIŞê girt

HSD û koalîsyonê berpirsekî xeternak ê DAIŞê girt

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Tîmên Oprasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li bajarê Tebqayê li dijî şaneyeke DAIŞê li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir, operasyon bi armanca girtina berpirsekî xeternak ê şaneyên rêxistina DAIŞê yê bajarê Tebqyê hatiye kirin.

Operasyon piştî şopandina tevgera terorîst Ehmed Ebdulqadir El Mûsa, pêk hat ku wî çavdêriya wergirtin û radestkirina çekan û belavkirina wan li şaneyên DAIŞê dikir.

HSDê diyar kir ku wê şaneyê xalên leşkerî yên hêzên wan dişopand da ku êrîşan pêk bînin.x

Di operasyona navborî de berpirsê DAIŞê hat girtin û miqdareke çek û bombeyên destan hatin desteserkirin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.