Mesrûr Barzanî: PDK mafên giştî û darayî yê hemû gelê Kurdistanê diparêze

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Zaxoyê, beşdarî ahenga kampanyaya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê bû.
Cîgirê PDKê Mesrûr Barzanî di nav ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Zaxoyê axaftinek kir.
Mesrûr Barzanî got: "Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo me pir girîng in ji ber ku pêştir hin kesan ku nûnerîtiya Herêma Kurdistanê Encûmena Nûnerên Iraqê dikir wekî pêdivî mafên giştî û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neparastin. Vê carê divê em wan kesan bişînin Encûmena Nûnerên Iraqê yên ku dikarin mafên hemî gelê Kurdistanê û Iraqê biparêzin."
Ev nivîs 19 car hatiye xwendin.




