Hevseroka DEM Partiyê banga gavên cidî li hikûmetê kir

Hevseroka DEM Partiyê banga gavên cidî li hikûmetê kir

PeyamaKurd- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de, bang li hikûmetê kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd, pêngavên cidî biavêje û got, Tirkiye ji bo çareseriyê li ber ‘derfeteke dîrokî’ ye.

Hatîmogûllari serdana Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş a Diyarbekirê û bikaranîna gotinên Kurdî wek gaveke "gelek girîng" bi nav kir û pirsî: "Gelo vê destpêşxeriyê ti zirar gihand zimanê Tirkî? Gelo welat parçe bû? Na, berevajî vê, bi vê pêngavê civak û demokrasî bi ser dikevin. Yên ku siyasetê li ser nijadperestiyê dikin jî têk diçin."

Hatîmogûllari girîngiya avêtina gavên berçav anî ziman û wiha pê de çû: "Yên ku van gavan naxwazin, her paşketinek di pêvajoyê de wêrek dike ku li dijî pêvajoyê derkevin, lewma erk û berpirsiyariya her kesî diyar e. Pêwîst e ku desthilatdarî û dewlet bikevin qonaxeke pêngavên cidî ku bi reformên yasayî dest pê bikin û bi lez tedbîrên ku baweriyê ava dikin, werbigirin."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê destnîşan kir, avakirina komîsyoneke ji bo danîna çarçoveyeke yasayî ya pêvajoya aştiyê dê baweriyê xurt bike û rê li ber serkeftinê veke.

Hatîmogûllari di berdewamê de got: "Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkeke sed salî û bidawîkirina şer û pevçûnên 50 salî li ber derfeteke dîrokî ye, ji ber vê yekê divê ji bo vê pêvajoyê kar bê kirin."

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.