Rojhilat | Li Merîwanê kolberek hat kuştin

PeyamaKurd - Li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku doh şemiyê li bajarê Merîwanê kolberekî bi navê Arman Reyzan (Arman Alizade) li herêma sînor a Doplorehê ji aliyê hêzên îranê ve hat kuştin.
Arman Reyzanê 32 salî ji gundê Gurcehê yê Merîwanê ye. Arman, zewicî ye û 2 zarokên wî hene. Termê Arman Reyzan bo Newxeşxaneya Merîwanê hatiye veguhestin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




