Şandeya Herêma Kurdistanê Beşdarî Forûma Aborî ya Laheyê bû

Şandeya Herêma Kurdistanê Beşdarî Forûma Aborî ya Laheyê bû

PeyamaKurd – Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya li Lahey a Holandayê bû û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewrupayê ragihand:

Îro 10.06.2025an, Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Forûma Aborî ya Lahey li Holandayê bû.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupayê Dilawer Ajgeyî got,

“Têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên din re zêde bûne û Herêma Kurdistanê dahatên xwe cûrbecûr kirine.”

Duh 09.06.2025ê li bajarê Laheyê ya Holandayê bi beşdariya 25 welatên cîhanê Forûma Aborî ya Laheyê dest bi karên xwe kir.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibiryar e ku derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê pêşkêşî şirketên navneteweyî, bi taybetî di warên pîşesazî û çandiniyê de, bike.

Derbarê formê de, Serokê Desteya Veberhênan a Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di wê forma aborî de got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 20 şirket ji Parêzgehên Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Lahey bûne, ku dê hevdîtinên bi şîrketên navneteweyî re jî hebin.”

Her weha ragihand:

“Konferansa du rojî dê di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de were lidarxistin da ku têkiliyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de bi pêş bikevin.”

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Forûma Aborî ya Laheyê de, ku di 9-10ê Hezîrana 2025an de li Holandayê hat lidarxistin, beşdar bû.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî, diyar kir ku Herêma Kurdistanê dahatên xwe cûrbecûr kirine û têkiliyên xwe yên bi welatên din re zêde kirine.

Forûmê bi beşdariya 25 welatan dest pê kir, û şandeya Kurdistanê armanc dike ku derfetên veberhênanê, bi taybetî di warên pîşesazî û çandiniyê de, pêşkêşî şirketên navneteweyî bike.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.