Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo Kerîm Şengalî belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo Kerîm Şengalî belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawiyê ya siyasetmedarê Kurd Kerîm Şangalî peyama sersaxiyê belav kir.

Barzanî ji bo Kerîm Şengalî got ku Şengalî bi fîdakarane û bi riheka berz xezimetê dikir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Kerîm Şengalî her wext paqij, fîdakar û bi riheka berz, bi berpirsiyarî û zanista welatperwerî xebitî. Di jiyana xwe ya têkoşînê de, bo xelkê xwe û welatê xwe xebatê kir. Di sefên Pêşmerge de xebitî û xwe da ber barê zahmetiyên di wexta şoreşan de. Piştî serhildana sala 1991an, di pêvajoyê de wezîfe û berpirsiyariya xwe bi ezmekî mezin dewam kir.

Ez şahidê salên ku me hevre derbas kir ku çendîn sadiq û xwebexşê milletê xwe bû. Bi sala em bi hevre xebitîn. Di vê pêvajoyê de daîma ez bûm şahidê paqijiya wî, fîdakarî û welatperweriya wî.”

Di 4 kabîneyên Herêma Kurdistanê de ew wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê bû. Dawiyê ew serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê bû û di 75 saliya xwe de îro an ku di 10.06.2025an de ji ber nexweşînê di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Ew pêşmergê şoreşa Êlûn û Gulanê bû û hem yek ji rêxistin û serpereştê Qiyada Muwaqat ya PDKê bû.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.