Serok Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

Serok Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî cejn pîroz kir û daxwaz kir ku hemû cejn û rojên dînî di nav aramî û dilxweşiyê de werin pîrozkirin. Peyama Serok Barzanî weha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Bi helkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ li Civata Rûhanî û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ku xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên ayînî di nav aramî û bextewariyê de derbas bikin.

Cejna we pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin.”

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.