Xamis Xencer: Gelê Kurd bi tehamulê li hember êşan bi ser ketiye
PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Siyade (Serwerî), Xamis Xencer, îro li Dihokê diyar kir ku gelê Kurd tevî hemû êş û azarên ku di dîrokê de kişandiye, qet teslîmî hesta tolhildanê nebûye û bi tehamulê karîbûye van êşan derbas bike.
Xencer, di 5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî de ku bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî li Dihokê hat lidarxistin, axaftinek kir. Di axaftina xwe de, wî bal kişand ser komkujiya Enfalê û got, "Dîmen û wêneyên ku min bi Serok Barzanî re dîtin, gelekî ez êşandim. Ez hîs dikim ku divê em ji komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd pêk hatiye, gelek dersan derxînin."
Serokê Hevpeymaniya Siyade tekez kir ku gelên zindî ew in ku li hember êşên xwe bi ser dikevin û got, "Gelê Kurd vê yekê bi dest xistiye." Wî her wiha da zanîn ku ji destpêka şoreşan ve, wan bawerî bi doza rewa ya azadiyê anî, ne bi zilm û qirkirinê.
Xencer, amaje bi gotina "Edalet bingeha desthilatdariyê ye" kir û diyar kir ku welat nikarin li ser bingeha zilmê berdewam bikin. Li gor wî, tevgerîna li ser bingeha edaletê, dê bibe sedema biryarên dadperwer, tehamilkar û rastgo di welatan de.
Di dawiya axaftina xwe de, Xencer pesnê gelê Kurd da û got, "Tiştê ku ez ji gelê Kurd fêr bûm ev e; ev neteweya mezin hesta tolhildanê hilnagire, berovajî wê, ew gelekî tehamilkar in û ji bo jiyanê êşên xwe feda dikin."
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.