Kurdekî li Brîtanyayê bi deqên ser laşê xwe mafê rûniştinê stand

Kurdekî li Brîtanyayê bi deqên ser laşê xwe mafê rûniştinê stand

PeyamaKurd - Medya Brîtanyayê ragihandiye ku penaberekî Kurd ji ber deqên xwe dibe ku vegerandina wî ya welêt xeterî be, mafê rûniştinê wergirt.

Hate zanîn ku ew Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ye û eger vegere welêt, rastî metirsiya tundiyê ya ji aliyê malbata xwe ve were.

Hatiye diyarkirin ku ew penaberê Kurd ji ber deqên li ser laşê xwe rastî gefên malbata xwe hatiye.

Malbata wî deq (tattoo) wekî “li dijî dîn” nirxandine û ew îdia dike ku dema bav û apê wî deqên wî dîtine, gelekî hêrs bûne û gef li wî xwarine ku dê laşê wî bişewitînin.

Serlêdana penaberiyê ya wî kesî di destpêkê de ji aliyê rayedarên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ve hatibû redkirin.

Wezaretê biryar dabû ku ew penaber dikare li bajarekî din ê Başûrê Kurdistanê bijî.

Penaberê ku îtiraza biryarê kiriye, aniye zimên ku malbata wî xwedî têkiliyên nêzîk ên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ne û bi vê têkiliyê dikarin wî li her derê bibînin.

Li ser vê yekê, komîsyona penaberiyê ku dosya nirxandiye, daxwazname ji nû ve nirxandiye û mafê parastinê daye wî penaberî.

Hatiye diyarkirin ku ew penaber ji ber deqên xwe ji aliyê malbata xwe hatiye dûrxistin, rastî zextê hatiye û vegerandina wî ya bi darê zorê dikare bibe sedema gef û metirsiyên cidî.

Penaberê Kurd sala 2023yan li Brîtanyayê serî li penaberiyê dabû.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.