Arakçî: Îran li dijî çekên nukleerî ye

Arakçî: Îran li dijî çekên nukleerî ye

PeyamaKurd– Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî, li ser êrîşên Îsraîlê da xuyakirin ku bersiva welatê wî ya li hember êrîşên Îsraîlê di çarçoveya parastina rewa de ye û tenê armancên leşkerî kiriye hedef.

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir, "Îsraîlê li armancên girîng û aborî yên welatê me lêxist; me jî bi heman awayî bersiv da." Arakçî, destnîşan kir ku Îsraîlê bi zanebûn "qada Parsê ya li başûrê welêt" hedef girtiye.

Herwiha Arakçî hişyarî da ku heke êrîşên li dijî welatê wan bidomin, ew ê bi berdewamî bersivê bidin û got, “Îran li dijî bikaranîna çekên nukleerî ye.”

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.