PDK-Sê li Qamişlo 68 saliya xwe pîroz kir

PDK-Sê li Qamişlo 68 saliya xwe pîroz kir

PeyamaKurd- Partiya Damokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) bi boneya 68 salemîn salvegera damezrandina xwe li hola Efrîn a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şevek li dar xist.

Di şevê de endamên partiyê, endamên partiyên Ermenî, Aşûrî û Suryanî û hejmarek kesayetên din beşadarî kirin.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso di şahiyê de axaftinek kir û got: "Bi boneya salvegera damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyeyê, em li we û hemû partiyên siyasî yên ku xwe dibînin berdewam in ji vê dîrokê re, pîroz dikin.  14ê Tebaxa 1957an de bûyerek dîrokî di dîroka berxwedana gelê Kurd de, ji bo mafên wê yên neteweyî li ser xaka ya dîrokî bû."

Li ser navê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya Idrîs Hec Tahir axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Tahir salvegera 68an a PDK-Sê pîroz kir û diyar kir ku ev partiya yekemîn a Kurd li Sûriyeyê hat avakirin û di 68 salan xebatên ji bo parastina mafên Kurd û hebûna wî kirin.

Şahiya 68emîn salvegera PDK-Sê bi stranên komên Orkêş, Narîn û Serxwebûn berdewam kir.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.