Îsraîlê bi Farisî bang li îraniyan kir: Dûrî wan deran bin

Îsraîlê bi Farisî bang li îraniyan kir: Dûrî wan deran bin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên ser Îranê di roja sêyemîn de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê bi peyameke rasterast û bi zimanê Farisî bang li welatiyên Îranê kir ku ji navendên çêkirina çekan dûr bikevin.

Artêşa Îsraîlê îro 15ê Hezîranê li ser tora civakî ya Xê peyameke bilez ji bo welatiyên Îranê weşand û tê de got: "Ji bo ku jiyana we nekeve xeteriyê, ji navendên çêkirina çekan dûr bisekinin."

Medya Îranê jî ragihand, berbanga îro Yekşemê, balafirên şer ên Îsraîlê baregeha Wezareta Berevaniyê ya li paytext Tehranê û çend bingehekên leşkerî yên li bajarê Şîrazê yê li rojavayê Îranê, bombebaran kirine.

Îsraîlê 13ê Hezîranê bi zêdetirî 100 balafirên şer êrîşî bi dehan baregehên leşkerî û navendên atomî yên li Tehran û deverên din ên Îranê kiribû. Di êrîşan de hejmarek berpirsên payebilind ên leşkerî û zanyarên atomî hatin kuştin.

Îranê jî wekî bersiv bi sedan moşek avêtin Îsraîlê. Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, gef li Tel Avîvê xwar û ragihand ku ew ê bedeleke giran bidin.

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.