Êrîşeke bombeyî li Helebê çêbû

Êrîşeke bombeyî li Helebê çêbû

PeyamaKurd – Li taxa Miyesar a bajarê Helebê yê Sûriyeyê, teqîneke xwekujî çêbû.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, li nêzîkî nanpêjxaneyekê li taxa el-Meysar a Helebê teqîneke xwekujî çêbû.

Li gorî çavkaniyên ji Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî, kesekî nenas kembereke teqemenî ya ku hilgirtibû teqand.

Êrîşkar di teqînê de mir.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê ji bo naskirina êrîşkar dixebitin.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.