Hûsiyan bi moşekek hîpersonîk balafirgeha Îsraîlê kirin armanc!

PeyamaKurd - Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekek balîstîk a hîpersonîk êrîşek li ser Balafirgeha Ben Gurion li Tel Avîv, paytexta Îsraîlê kirine.
Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekek balîstîk a hîpersonîk a Filistîn-2 Balafirgeha Ben Gurion a nêzîkî Tel Avîv, paytexta Îsraîlê, kirine armanc.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî ragihand ku operasyon serketî bû, geştên hewayî hatine rawestandin û gelek Îsraîlî reviyane stargehan.
Li gorî agahiyan, êrîş tolhildana êrîşên li ser Xezzeyê û operasyonên li Yemenê bû. Serî tekez kir ku êrîşên li ser Îsraîlê wê heta rakirina dorpêçê berdewam bikin.





