Hilbijartina serokatiyê ya Bolîvyayê ber bi gera duyemîn ve diçe

Hilbijartina serokatiyê ya Bolîvyayê ber bi gera duyemîn ve diçe

PeyamaKurd – Di gera yekem a hilbijartina serokatiyê ya li welatê Amerîkaya Başûr Bolîvyayê de tu namzedek hejmara pêwîst a dengan negirt.

Li gorî encamên nefermî yên sindoqên dengdanê, namzedê rastgir ê navendê Senator Rodrigo Paz bi rêjeya %31ê dengan di pêşbirkê de pêşeng bû.

Serokê berê yê rastgir Jorge Quiroga %27ê dengan wergirt, di heman demê de karsazê muxalefetê Samuel Doria Medina bi rêjeya %20.2ê dengan di rêza sêyemîn de bi dawî bû.

Wezîrê Karên Hundir ê berê Eduardo del Castillo, ku partiya wî, Tevgera Ber bi Sosyalîzmê (Movimiento al Socialismo MAS), ev 20 sal in li ser desthilatdariyê ye, ji ber rêjeya %3.2ê dengan nikare di gera duyemîn de beşdar bibe.

Paz, 57 salî, kurê serokê berê Jaime Paz Zamora, ku ji sala 1989an heta 1993an li Bolîvyayê hukum kir, gera yekem qezenc kir û di çapemeniya neteweyî de wekî bijare tê nîşandan.

Piştî encamên fermî yên Dadgeha Bilind a Hilbijartinê (TSE), wê were piştrastkirin ku gera duyemîn a hilbijartinan wê di 19ê Cotmehê de were lidarxistin.

Serokkomarê berê Evo Morales ku ji ber nakokiyên bi MAS re îstifa kir û beşdarbûna wî di hilbijartinan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin, bang li alîgirên xwe kir ku dengên nederbasdar bidin.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.