2500 parçe erd li fermanberên Mexmûrê tê belavkirin

2500 parçe erd li fermanberên Mexmûrê tê belavkirin

PeyamaKurd- Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku îro 31ê Tebaxê li Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan, dest bi dabeşkirina erdan li ser fermanberên sînorê navçeya Mexmûrê tê kirin.

Hate diyarkirin ku wê ji bo zêdetirî 2500 parçe erd, pîşk were avêtin û ev erd li ser fermanberên navçeya Mexmûrê û bajarokên Dîbege û Qereçê bên belavkirin. 

Hêjayî gotinê ye, ev pêngav weke beşek ji pêvajoyeke berfireh a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina xanî û erd ji bo fermanberan e.

Di daxuyaniya parêzgeha Hewlêrê de hatiye gotin, ev pêngav di çarçoveya cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ye, ku di 27ê Adara 2024an de li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû derxistin. 

Armanca sereke ya biryarê ew e, erd li ser hemû fermanberan bê belavkirin ku heta niha ji projeyên bi vî rengî sûd wernegirtine.

Hate diyarkirin ku wê ev pêvajo berdewam be heta ku hemû fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên mafdar, bibin xwedî erd.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.