Erdogan û Xi beriya Lûtkeya Şanghayê civiyan

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Lûtkeya 25an a Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê li bajarê Tianjinê yê Çînê ye, beriya destpêkirina lutkeyê bi Serokê Çînê Xi Jinping re civiya.
Di hevdîtina her du serokan de, ji bilî pêşketinên herêmî û cîhanî, hevkariya aborî û pêwendiyên di navbera Tirkiye û Çînê de hatin nirxandin.
Di serdana Çînê de, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şimşek, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacır û Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat ligel Erdogan in.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




