Pakistan û Ermenistan têkiliyên dîplomatîk datînin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Mihemed Îshaq Dar û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di çarçoveya Civîna Bilind a Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) de li Tianjin, Çînê civiyan.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ve hatiye weşandin, Dar û Mirzoyan di civîna xwe de li hev kirin ku têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de datînin.
Wezîriyan pabendbûna xwe bi prensîb û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî re nîşan dan û li ser hevkariya di navbera her du welatan de di warên wekî aborî, perwerde, çand û geştiyariyê de nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Pakistanê Dar di postek li ser hesabê medyaya civakî yê şîrketa X a li Amerîkayê de îmzekirina daxuyaniyek hevbeş a ji bo damezrandina têkiliyên dîplomatîk ragihand.





