Mesrûr Barzanî ji bo karmendên girtiyên siyasî biryarek da

PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryareke nû di berjewendiya karmendên ku berê girtiyên siyasî bûn derxist.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li gorî nivîsa hejmar (9804) a Dîwana Encûmena Wezîran, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser berdewamiya karê van fermanberan heta temamkirina 65 saliya wan nîşan daye.
Hate diyarkirin, biryar hemû girtî û zindanîkiriyên siyasî yên ji komên 9an heta 15an ên xizmetê li xwe digire.
Herwiha li gorî biryarê, wê mûçeyê wan ê ji bo berdewamiya karê wan jî li ser budceya wezaretên wan ên pêwendîdar bê xerckirin.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




