Amerîkayê ji bo Heşdî Şebî bang li Iraqê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sudanî re daxwaza bêçekkirina tavilê ya milîsên Heşdî Şebî yên "ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin" kir.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sekreter Rubio û Serokwezîr Sudani li ser hewldanên Amerîkayê yên ji bo temamkirina peymanên bazirganiyê li Iraqê axivîn.
Wezîr Rubio ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê pîrozbahî li Sudani kir.
Rubio got ku ev gav wê "ji bo Iraq, Tirkiye û karsaziyên Amerîkî sûdmend be."
"Milîs serweriya Iraqê tehdît dikin"
Yek ji mijarên sereke yên rojeva civînê milîsên Heşdî Şebî bûn, ku Rubio wan wekî "ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin" bi nav kir.
Robio tekezî li ser lezgîniya bêçekkirina Heşdî Şebî kir û diyar kir ku ev kom "serweriya Iraqê têk dibin, jiyan û karên Amerîkî û Iraqiyan tehdît dikin û çavkaniyên Iraqê ji bo Îranê talan dikin."
Tekezî li ser berjewendiyên hevbeş û aramiya herêmî
Wezîrê Derve Rubio behsa pabendbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo hevkariya nêzîk bi hevkarên xwe yên Iraqî re kir.
Wî destnîşan kir ku ev hevkarî armanc dike ku berjewendiyên hevpar, wekî parastina serweriya Iraqê, xurtkirina aramiya herêmî û xurtkirina têkiliyên aborî, pêş bixe.





