Trump ji bo hewlên aştiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand. Trump, ji bo piştgiriya Barzanî ya ji bo hewlên aştiyê spasiya wî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye û hat gotin, Trump "ji bo piştgiriya wî ya ji bo hewlên aştiyê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî dike û herwiha tekezî li ser girîngiya nehîştina nakokî û aloziyan li Rojhilata Navîn dike".
Trump di nameya xwe de ji Nêçîrvan Barzanî re dibêje, "welatên cîhanê dikarin nakokiyên kevn li pey xwe bihêlin û ber bi paşerojeke hevbeş a aştî, serkeftin û geşbûnê ve gavan bavêjin".
Herwiha hat diyarkirin, "Trump pabendbûna xwe û îdareya xwe ya ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, nehîştina aloziyan li Rojhilata Navîn û bidawîanîna şer û kuştinê li herêmê û li tevahiya cîhanê nîşan dide".
Dawiyê hate gotin, "Serok Trump di dawiya nameya xwe de, li gel silav û rêzên xwe, hêviya serkeftinê ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re dixwaze".
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




