Îlham Ehmed: Rêya îstiqrarê federalî, konfederalî û nenavendîbûn e

PeyamaKurd- Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, di civîneke le Reqayê hate lidarxistin de axivî.
Li gorî medya herêmê Ehmed di civînê de got ku ezmûnên cîhanê îsbat dikin ku sîstemên federal û konfederal û nenavnedîtî rêya pêkanîna pêşketin û îstîqrara siyasî û aborî ye.
Ehmed diyar kir ku di Sûriya nû de divê mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî li Sûriyeyê werin misogerkirin û çareseriyeke siyasî ya demokratîk were dîtin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




