Ji Guterres rapora Îranê: Divê dawî li îdaman, cudakariyê û îşkenceyê bîne

Ji Guterres rapora Îranê: Divê dawî li îdaman, cudakariyê û îşkenceyê bîne

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir. Di raporê de hate diyarkirin, ew daxwazê ji Îranê dikin ku demildest cezayên darvekirinê rawestîne, girtiyên siyasî û kesên ku bi awayekî bêserûber hatine binçavkirin, berde û dawî li îşkenceyan bîne. Herwiha daxwaz hat kirin ku yasaya cudakariyê ya li dijî jinan û hîcaba bi zorê bê betalkirin.

Zêdebûna Binpêkirinan

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê, binçavkirin û cudakariyên li dijî Behayiyan, Kurdan, Belûç û Ereban zêdetir bûne. Îşkencekirina girtiyan bi taybetî jî ya girtiyên siyasî cihê fikaran e. Herwiha hat diyarkirin ku derxistina cezayê birîna li ser laş û lêdana qamçiyan binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.

Zêdebûna Darvekirin û Metirsiyên Nû

Di beşeke din a raporê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku biryarên demên dawî yên serokê dadweriya Îranê yên ji bo lezkirina dozên li ser sîxûrî, girtina bêserûber, dadgehkirina nedadperwerî û darvekirin zêde bûne. Her wiha hat diyarkirin ku proje yasaya tûndkirina cezayên bi tometa ‘sîxûrî kirin’ gefeke cidiye li ser azadiya fikir û ramanê her wiha destgihiştina bi înternetê ye.

Amara Darvekirinan

Ev rapora Neteweyên Yekbûyî xwe dispêre daneyên rêxistina mafên mirov a Hana. Li gorî vê, sala borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî hezar û 537 kes hatine darvekirin. Her wiha li gor rapora kampanya ‘Ji Sêşemên darvekirinê re na’ jî ji despêka salê ve hezar û 87 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.