AP: Pêvajoya endamtiya Tirkiyê di YE de rawestiya ye

PeyamaKurd – Rapora dawî ya Parlamentoya Ewropayê diyar dike ku tevî girîngiya stratejîk a Tirkiyeyê û hevkariya wê di warê koçberiyê de, pêvajoya tevlîbûna Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê ji ber paşketina demokratîk hatiye sekinandin.
Raporê tekez dikir, danûstandinên endamtiyê ku ji sala 2018an vir ve rawestiyabûn, di bin şert û mercên heyî de nikarin ji nû ve dest pê bikin, di dengdana roja Çarşemê de li Strasbourgê bi 367 dengên erê, 74 dengên na û 188 dengên bêalî hate pejirandin.
Nacho Sánchez Amor, parlamenterê Spanyayî yê ji koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ku raportorê Tirkiyeyê yê raporê bû, ji Euronews re got, "Pêvajoya endametiyê cemidî ye. Ti pêşketin tune."
Di raporê de girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, serkutkirina xwepêşandanên dijî hikûmetê û binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam wekî nîşaneyên sereke yên paşveçûna demokrasiyê li Tirkiyeyê hatine destnîşankirin.
Sánchez Amor got, "Destgîrkirin û tacîza Îmamoglû dibe ku lûtkeya vê meyldariya zordariyê be û rewşa heyî cihê nîgeraniyê ye.”





