Artêşa Myanmarê di êrîşên hewayî de 21 sîvîlên xwe kuşt

Artêşa Myanmarê di êrîşên hewayî de 21 sîvîlên xwe kuşt

PeyamaKurd – Artêşa Myanmarê di Sibat a 2021an de derba leşkerî kiribû û dest danîbû ser îdara Myanmarê. Lê tevî ku ragihandibû wê îdarê teslîmê sîvîlan bike, dest jê bernade û êrîşên xwe dewam dike.

Îro jî li bajarê Mogokê di êrîşên hewayî de herî kêm 21 kesan kuşt ku di nava wan de jineka bi hemil heye. Bajarê Mogokê bajarekî bi sanayiya kevir derketiye pêş.

Herêma ku bajarê Mogokê di nav de ye, di destê muxalifên artêşê, di destê artêşa Rizgariya Netewî ya Ta'angê de ye. Ji artêşa Ta’angê rayedarekî xebera navborî ragihandiye.

Artêşa muxalif ya li Mynamarê bi navê Artêşa Hevpar ya Demokratîka Netewî ya Mynmarê rêxistinekî ava kirin ku ji artêşa Bûdîst ya Myanmarê, ji artêşa Rizgariya Netewî ya Ta'ang û ji grûbên Arteşa Rizgariya Netewî pêk tê ku navê xwe danîne ‘Hevkariya Sê Birayan’.

Ji roja ku eskeriye dest daniye ser îdara Myanmarê heya Êlûna 2024an, 5 hezar 550 kesên sîvîl hatin kuştin û 3,3 milyon kes ji ser ciyên xwe koç kirine ku desthilat rehetiyê nade wan. Rêjeya jorîn ji aliyê berdevka Neteweyên Yekgirtî, ofîsa Mafên Mirovan de ji aliyê Liz Throssell de hatibû ragihandin.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.