Hindistan û Kore ya Başûr ji bo xebata di seha teknolojiyê de li hev kirin

PeyamaKurd – Hindistan û Kore ya Başûr li ser tesbîta hedefên nû yên endustriyel de li hev kirin. Belga li hevkirinê di wexta wezîrê kar û barên derve yê Koreyê Cho Hyun çû seredana Hindistanê, her dû teref îmza kirin. Hem her dû teref behsa girîngiya xwurtkirina hevpariya stratejîk kirin.
Seha ku tê de li hev kirine, zeka çêkirî, alavên nîv-neqilvan, enerjiya paqij û sanayiya bergiriyê ne.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Cho li Hindistanê bi wezîrê kar û barên derve yê Hindistanê bi Subrahmanyam Jaishankar re civiyaye û her dû wezîr li ser mijarên têkiliyên dualî, siyaset, ewlehî, bazirganî, aborî û teknolojiyê axifîne.
Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên herêmî û kureyî jî kirine. Her dû teref gihane asta ‘Ortaxiya Stratejîk ya Taybet’.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




