SOHR: Hêzên Koalîsyonê û HSDê li Hasekiyê bi hevre tetbîqata leşkerî kirin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina SOHRê (Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê); li Binxetê li bajarê Hasekiyê li baregeha leşkerî ya Qasrakê, vê siba Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Koalîsyonê bi hevre tetbîqata zindî ya muhîmatan pêkanîne.
Helîkopter jî li ser herêmê firiyane û fişekên îşaretê avêtine. Her dû teref jî ji bo amadekariya şer zêdetir bikin û koordinasyona li sehayê pêşdetir bixin, tetbîqatê wekî perçeyekî hevkariyê kirin.
Çavkaniyên SOHRê ragihandine ku di 11ê Tebaxê de car din her dû teref tetbîqatekî weha kirine.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




