Berdevkê PDKyê: Em û YNK li ser xalên sereke yên hikûmetê gihîştine rêkeftinê

Berdevkê PDKyê: Em û YNK li ser xalên sereke yên hikûmetê gihîştine rêkeftinê

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mehmûd Mihemed, ragihand ku partiya wî û Yekîtiya Nîştimanperwêrên Kurdistanê (YNK) li ser xalên serekî yên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê gihîştine rêkeftineke bingehîn. Wî da zanîn ku gotûbêj li ser hûrgiliyên din berdewam in.

Li gorî daxuyaniya wî ya ku îro, 16ê Tebaxê ji bo K24ê, Mihemed got: "Me li ser bingehên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi YNKyê re li hev kiriye." Wî diyar kir ku mijarên wekî dabeşkirina postên wezaretan û karûbarên parlamentoyê mane û tê payîn ku di rojên pêş de encameke dawî derbarê wan de hebe.

Mihemed amaje pê kir ku hebûna nêrînên cuda di navbera her 2 partiyan de asayî ye û got, "Em 2 partiyên cuda ne û dibe ku nêrînên me yên cuda li ser şêwaza rêveberiyê hebin." Lê belê, wî tekez kir ku "tu xaleke nakokiyê ya wisa tune ye ku bibe sedema neavakirina hikûmetê."

Berdevkê PDKyê xala hevbeş a her 2 aliyan jî anî ziman û got: "Armanca me ya hevbeş ew e ku em çawa karibin pêkhateya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên heyî biparêzin û bi hev re rûbirûyî astengiyan bibin."

Ev danûstandin piştî hilbijartinên gera 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê pêk tên, ku di 20ê Cotmeha 2024an de hatibûn lidarxistin. Di wan hilbijartinan de, PDKyê 39 kursî û YNKyê jî 23 kursî bi dest xistibûn.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.