Di fabrikakî Rûsya de teqîn çêbû: 11 kes mirin û 130 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Ryazanê di êvara 15ê Tebaxê de di fabrîkakî de ku nehat zanîn bê di fabrîkê de çi tê hilberîn, teqîn çêbû û piştî teqînê agir bi fabrîkê ket. Di encamê de 11 kes mirin û 130 kes birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên tendursitiyê û rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê. Li gor daxwuyaniya wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê; di teqînê de 11 kes mirin û 130 kes birîndar bûn.
Kes nizane di fabrîkê de dihat çêkirin lê hinek medya Rûsyayê ragihandiye ku agir bi barûdê ketiye. Barûd jî daîma hilberîna çekan tîne bîra mirovî.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




