Serok Barzanî bi boneya salvegera 79emîn a PDKyê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Bi minasebeta 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji endam, alîgir, Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan re şand.
Di peyama xwe de Serok Barzanî damezrandina PDKyê wek "pêdiviyeke dîrokî" ji bo berdewamiya têkoşîna gelê Kurdistanê bi nav kir. Wî diyar kir ku di demekê de ku dijminan hewl didan vîna gelê Kurd bişikînin, PDK bû amûrek ji bo parastina maf, nasname û hebûna neteweyî.
Serok Barzanî tekezî li ser rola PDKyê ya wek "pêşenga aştî û jiyana hevbeş" kir û destnîşan kir ku partî her dem peyama biratî û pirrengiyê hilgirtiye.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî bang li hemû endamên partiyê kir ku berpirsiyariyên xwe bi awayekî ku layiqî dîroka mezin a partiyê û xwîna şehîdan be bi cih bînin. Wî peyama xwe bi van gotinên girîng bi dawî anî: "Daxwaza min ji hemû endamên Partiyê ew e ku îrade û hêviyên xwe xurt bihêlin. Ji ber ku eger Partî xurt be, Kurdistan jî dê xurt be."
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




