Li Mewsûdê mayînek bi kolberekî Kurd de teqiya û lingekî xwe ji dest da

PeyamaKurd – Roja Sêşemê, 12ê Tebaxa 2025an, kolberekî Kurd ê bi navê Peyam, ku hate ragihandin xelkê bajarê Rewanserê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber ku li çiyayên Newsûdê mayînek pê de teqiya bi xedarî birîndar bû û lingekî xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Saziya Mafên Mirov a Hengawê, bûyer di dema kolberiyê de qewimî. Piştî teqînê, Peyam yekser rakirin Nexweşxaneya Qudsê ya li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê.
Lê ji ber ku birînên wî xedar bûn, paşê ew sewqî Nexweşxaneya Taliqaniyê ya li Kirmaşanê kirin.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




