Azerbaycanê sînordariyên ser veguhestina Ermenistanê rakir: Aştî êdî di pratîkê de ye

PeyamaKurd- Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di civîna çapemeniyê ya li gel Serokkomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev de got: "Hemû sînordariyên ku ji ber dagirkeriyê li ser veguhestina barê ji Azerbaycanê bo Ermenistanê hatibûn danîn, hatin rakirin û yekem barê transît yê bi vî rengî, veguhestina dexlên Qazaxistanê bo Ermenistanê bû."
Aliyev li Astanaya paytexta Qazaxistanê piştî hevdîtina dualî û Civîna Duyemîn a Konseya Bilind a Navdewletî ya Azerbaycan-Qazaxistanê derbarê têkiliyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de axivîb
Aliyev got: "Ez difikirim ku ev nîşaneke baş e ku aştî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de êdî ne tenê li ser kaxezê, lê di pratîkê de ye jî."
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




