Ursula von der Leyen: Pêwiste Ewrûpa di avakirina Xezzayê de rola xwe bileyîze

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen li Strazburgê di civîna bi navê ‘Bernama Xebatê ya Komîsyona Parlementoya Ewrûpayê 2026’ ya Yekîtiya Ewrûpayê de axifî.
Leyen çawa behsa bandora şerê Rûsya-Ûkraynayê yê li ser Ewrûpayê kir her weha ji bo Xezzayê jî got ku divê rola YEyê di avakirina Xezzayê de hebe. Leyen got:
“Berê çawa di Parlementoya Ewrûpayê de dihat gotin ku ‘pêwiste Ewrûpa me serbixwe be’, van gotinan îro bêhtir girîngin.”
Leyen got ku ji bo Ewrûpa serbixwe pêk were, wextê wan yê ku wenda bikin nîne û weha dewam kir:
“Ji ber dinya îro efû nake. Di encama şerê Rûsya meşand de, wê nîzama ewlehiya Ewrûpa bi deh salan bandorê bike û bixe qalibekî. Di encamê de hêviyekî heye ku şerê li Xezzayê biqede. Nîzama herêmê û ya dinyayê ji nûh de tê çêkirin û hinek hêzên mezin yên Ewrûpayê ku li hemberê me bê tewrin an bi dijminahî tevdigerin, di dinyakî weha de pêwiste Ewrûpa ciyê xwe bigre. Wê Komîsyona Ewrûpa di bernama xebatê ya sala 2026an de, wê di deh salê pêşiya me de nîzamekî navdewletî ava bibe.”
Leyen got ku şerê Rûsya û Ûkraynayê biqede jî wê xeyalên Putin yên aboriya şer û împaratoriyetê ji ortê ranebe û divê Ewrûpa li hemberê tehdîdên îro û îhtîmala talûkên ku sibê bi wan re rû bi rû bimîne, divê li hemberê wan amade be.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




