Trump: Hîn dem nehatiye em destwerdanê li Hemasê bikin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê pêvajoya agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê ya Xezeyê de got: “Hevalbendên me yên mezin ên li Rojhilata Navîn û derdora wê gotin ku ew ê firsenda ‘Hemasa bînin rê’ bi mudaxaleyeke tund bo Xezeyê, bi dilxweşî qebûl bikin.
Min jî ji Îsraîl û welatên din re got ‘hîn dema wê nehatiye’. Hê hêvî heye ku Hemas tişta rast bike.”
Serokê DYAyê Donald Trump, derbarê agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de û pêkanîna aştiyeke mayînde li Xezeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Gelek welatên ku bûne hevalbendên me yên mezin li Rojhilata Navîn û herêmên derdorê, diyar kirin ku ger Hemas peymanê binpê bike, ew ê bi xwesteka min, bi kelecanek mezin, bi awayekî xurt û teqez firsenda mudaxaleyeke tund bo Xezeyê bi mebesta ‘Hemasa bînin rê’ qebûl bikin. Ev evîn û ruh li Rojhilata Navîn bi hezaran salan e nehatiye dîtin. Ev tiştek e ku hêjayî dîtinê ye.”
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.





