Bolton: Divê Trump û Netanyahû li ser hilweşîna Îranê biaxivin

Bolton: Divê Trump û Netanyahû li ser hilweşîna Îranê biaxivin

PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton daxwaz kir ku civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû de, ku dê li Qesra Spî pêk were, li ser hilweşîna rejîma Îranê bisekine.

Bolton destnîşan kir ku Îran piştî şerê 12 rojan yê li gel Îsraîlê lawaz bûye û rexne li agirbesta navbeynkariya Amerîkayê kir, ew wekî "şaşî" bi nav kir.

Wî pêşniyar kir ku zexta leşkerî û siyasî li ser Tehranê were zêdekirin. Bolton îdia kir ku êrîşên asmanî yên dawî, ku fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşa Îranê kuştin û binesaziya leşkerî xera kirin, Komara Îslamî anîne ber bi hilweşînê.

Wî got, Îran ji Şoreşa 1979an vir ve di xala xwe ya herî qels de ye, bi taybetî ji ber nerazîbûna navxweyî ya ciwanan, jinan û kêmneteweyan de. Wî agirbesta dawî wekî derfeteke windayî nirxand, ku rê li ber Îranê vekiriye ku "nefesê" bigire, û biryara Trump bi xwesteka wî ya wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobelê ve girêda.

Bolton her wiha rexne li tayînkirina Steve Witkoff wekî nûnerê taybet ê Trump yê ji bo Îranê kir, û got ku Witkoff di mijarên nukleerî û danûstandinan de bê tecribe ye. Li gorî Bolton, êrîşên li ser tesîsên Îsfahanê û cihên din îhtîmala çekdarkirina uranyûma dewlemendkirî kêm kirine, her çendî fikar li ser 900 kîlogram ûranyûma winda hebe jî. Wî tekez kir ku Îran hêj ji çekên nukleerî dûr e.

Netanyahû dê roja Duşemê li Qesra Spî bi Trump, Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Wezîrê Bazirganiyê Howard Lutnick û Steve Witkoff re hevdîtinan bike. Ev yekem civîna wan e piştî êrîşên li ser tesîsên nukleerî û leşkerî yên Îranê, ku tê texmînkirin 1,200 Îranî û 24 Îsraîlî tê de hatine kuştin.

 

 

 

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.